PeyamaKurd – Li Afxanistanê li Kabîlê piştî Amerîka ji wê derê vekişiya li balafirgeha Kabîlê seferên hundir yên balafiran destpêkirin. Her weha zankoyên taybet û buroyên dowîzan vebûn. Balafira şîrketa Ariana ya Afxanistanê sefera ewilî bi 31 rêwiyan ji Kabîlê bo Mezarî Şerîf kir. Di îro de wê seferekî ji bo Heratê bêkirin û di pey hev de sefer dewam bikin.
Qesra Şehzade ya Kabîlê ji 15 ê tebaxê heya niha girtî bû û ew jî vebû. Bi vebûna Qesrê re dolar daket. 1 dolekî Amerîkayê 87 Afxanî bû û daket 84 Afxaniyan.
Talîbanê ragihand ku zankoyên taybet di 7 ê êlûnê de dest bi xwendina xwe dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin