PeyamaKurd- Berdevkê serokkomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalın li Îstenbolê li Qesra Dolmabahçe bi heyeta temsîlkaran ya Amerîka re civînekî lidarxist. Di civînê de behas pêwendiyên dualî, têkoşîna li dijî terorê, avakirina herêma bi ewle ya li Sûriyê û li ser çareseriya siyasî hat axaftin.
Di axaftina her dû aliyan de Kalın, aciziya Tirkiyê ya bo biryarên ku di meclisa temsîlkaran ya Amerîkayê de, li dijî Tirkiyê hatin sitendin, anî ziman. Mijara koçberan bi taybetî ya koçberên Sûriyê mijareka bi serê xwe bû ku li serê hat axaftin û Îbrahîm Kalın got ku divê civaka navdewletî jî berpirsiyariya vê mijarê bigre ser milên xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin