PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Kubayê ragihand ku heyetekî ji Amerîkayê çûye Havanayê û bi neviyê Raul Castro bi Guillermo Rodriguez re hevdîtin kirine. Hat gotin ku hevdîtin li ser aboriyê û veberhênanên enerjiyê kirine.
Kuba hêj nûh dibêje ku heyeta Amerîkayê çûye Kubayê û bi serpereştiya Kubayê re hevdîtin kiriye.
Li gor rojnama Kubayê ya bi navê Granmayê; pitrast kiriye ku xebera di derbarê mijarê de di Axios de derketiye, raste û li Havanayê bi Guillermo Rodriguez re hevdîtin kiriye.
Cîgirê rêvebirê giştî yê ji têkiliyên bi DYA re berpirs Alejandro Garcia del Toro, zelaliyê xistiye ser hevdîtinê û ji ber hesasiyeta pêvajoyê bi hezir tevgeriyane. Garcia del Toro got:
“Di vê mijara hesas de, weka me berê jî got; em li ser pêvajoyê bi hezir radiwestin. Dikarim bêjim di navbera heyetên me de hevdîtin bûye. Berê di çapemeniya DYA de derketibû ku Kuba ferman daye ku hinek girtiyên siyasî yên li Kubayê yên ji DYA yê ji bo serbest berdin lê xeber rast nînin.
Mijara hevdîtinê veberhênana enerjiyê û aboriyê mijarên me bûn. Zordariya di seha aboriyê de ku dane ser Kubayê cezayekî rewa nîne. DYA nahêle ku di rêya rewa de dewletên ku mafên wan heye petrolê bidin Kubayê, DYA ji wan re astengiyan derdixe.”
Heyeta Amerîkayê ji bilî serokê Kubayê bi kî re hevdîtin kiriye nehat ragihandin.