PeyamaKurd - Hat piştrastkirin ku Serokê Îmaratê Muhammed bin Zayed Al Nahyan û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu bi hev re civîneke 6 demjimêran pêk anîne.
Çapemeniya Îmaratê serdana Netanyahu ya roja yekşemê û vê hevdîtinê wekî yekem daxuyaniya fermî ya welêt ragihand, û da xuyakirin ku her du serok li ser xurtkirina têkiliyên dualî û zehmetiyên herêmî sekinîne.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku ev serdan li ser banga serokê Îmaratê pêk hatiye.
Rayedarên payebilind ên Îsraîlî ragihandin ku hevdîtina wan a 6 demjimêran bi giranî li ser mijara Îranê hatiye kirin.