PeyamaKurd - Serokê Îmaratê û cîgirên wî, ji bo koça dawî ya Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, peyameke sersaxiyê pêşkeşî Serok Mesûd Barzanî kir û hevxemî û dilsoziya xwe ji binemala Barzanî re nîşan da.
Serokê Îmaratê Şêx Mihemmed bin Zayid Al Nehyan, Cîgirê Serokê Îmaratê, Serokwezîrê Îmaratê û Hakimê Dubeyîyê Şêx Mihemmed bin Raşid Al Mektûm û Cîgirê Serokê Îmaratê, Cîgirê Serokwezîr û Serokê Dîwana Serokatiyê Şêx Mensûr bin Zayid Al Nehyan birûskeke sersaxiyê pêşkeşî Serok Barzanî kir.
Di peyama sersaxiyê de, rêberên Îmaratê hevxemiya xwe ya mezin ji bo koça dawiyê ya birayê mezin ê malbata Barzanî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî diyar kir û piştgiriya xwe bo malbata Barzanî nîşan da, sersaxî jê re xwest û dilsoziya xwe jê re diyar kir.
Serok Barzanî 4ê Îlona 2026ê, di peyamekê de koça dawiyê ya birayê mezin ê malbata xwe, Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî ragihandibû û gotibû, Xwedêjêrazî neviyê rêberê neteweyî û dînî Şêx Ebdulselam Barzanî bû û di nav malbatê de mînaka dîndarî, Xwedêperestî, xêrxwazî û kesatiyekî diyar û mezin bû.