PeyamaKurd - Li gorî daxuyaniya ku di 13ê Îlona 2026ê de ji aliyê Ofîsa Barzanî ve hatiye belavkirin, Serok Mesûd Barzanî li Pirmamê pêşwaziya komek ji serokên eşîrên ji parêzgehên cûda yên Îraqê kir.
Heyeta ku ji bo serxweşiya koçabûna Abdulwahid Îbrahim Şêx Ebdulselam Barzanî hatibû, sersaxiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin û rola wî ya di xurtkirina çanda bihevrajiyanê de bilind nirxandin.
Di hevdîtinê de têkiliyên dîrokî yên di navbera pêkhateyên Kurd û Ereb de hatin gotûbêjkirin.
Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku divê cudahî û nakokiyên siyasî tu carî nebin sedema têkçûna pira dostaniyê ya di navbera Kurd û Ereban de, her wiha tekez kir ku ji bo pêşvebirina vê biratiyê divê hemû alî hewlên xwe zêdetir bikin.