PeyamaKurd – Li bajarê Sakarya ya Tirkiyê li Pamukovayê ereba xox barkirî dema di rê de diçû, frêna wê vala bû û qelibî ser otomobîla ku li pêşiya wê diçû û di rê de kaş bû.
Rûdan, li ser rêya navça Pamukova li gundê Mekece li feleka İznikê çêbû.
Kamyona ku Ö.S dajot dema di serejêrê de diçû qelibî ser otomobîla li pêşiya xwe ya ku 0.A.dajot. Kamyon li palê rê ket û hêj nûh sekinî.
Ajotvanê kamyonê Ö.S. di nav erebê de asê ma, ajotvanê otomobîlê O.A. û rêwiyên di otomobîlê de bûn S.M.A, F.A., C.T. û G.Ç. sivik birîndar bûn.
Tîmên pêwendîdar ajotvanê kamyonê bi birîndarî ji kamyonê derxistin û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Pamukovayê.
Piştî rakirina kamyonê û otomobîlê ji nava rêya İznik-Pamukovayê, çûn û hatin normal bû û cendrime li ser rûdanê lêkolîna xwe dewam dikin.
Pamukova bi hilberîna gelek çandiniyan bin av û denge û bihezaran karkerên Kurd yên demsale li heman deştê dixebitin da debara malbatên xwe bikin.