PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Kanada wê 2 hezar û 300 mûşekên hewayî yên CRV7 yên bê rêber bide Ûkraynayê.
Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Bill Blair beriya civîna wezîrên parastinê yên NATO'yê ku wê li Brukselê bê lidarxistin, daxuyaniyek da rojnamevanan.
Blair got ku Kanada wê 2 hezar û 300 mûşekên hewayî yên CRV7 yên bê rêber bide Ûkraynayê.
Blair di daxuyaniyê de di derbarê rewşa şerê Rûsya û Ûkraynayê de anî ziman ku Ûkrayna di şer de astengiyên dabînkirina çekên pêwîst dijî û got: "Ji ber vê yekê wê Kanada 2 hezar û 300 mûşekan ji Ûkarynayê re bişîne.
Blair beriya niha gotibû ku Kanada ji 50 zirîpoşên personelgir yên ku soz dabûn Kîevê çaryek ji Ûkraynayê re şandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin