Kanadayê ji bo Helebê banga agirbest û diyalogê li Şam û HSDyê kir

Dîroka Weşanê :
Kanadayê ji bo Helebê banga agirbest û diyalogê li Şam û HSDyê kir

PeyamaKurd – Hikûmeta Kanadayê derbarê dijwarbûna şerê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bangeke lezgîn kir.

Wezareta Derve ya Kanadayê di daxuyaniyekê de ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwest ku tavilê vegerin ser maseya danûstandinan û parastina sivîlan bikin pêşîniya xwe.

Kanadayê destnîşan kir ku divê "Peymana 10ê Adara 2025an" a derbarê entegrasyona hêzên Kurd a di nav saziyên dewletê de were cîbicîkirin.

Hat ragihandin ku ji ber "şerê herî dijwar ê piştî serdema Esed", heta niha zêdetirî 159 hezar sivîl koçber bûne.