PeyamaKurd – Berdevka çapemeniyê ya Koşka Sipî Karoline Leavitt di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku dê DYA pêşwaziya nûnerên ji 60 welatan zêdetir bike ku mijar li ser terorê ye. Leavitt got:
“Wezîr Rûbio, wê pêşwaziya nûnerên ji 60 welatan zêdetir bike. Rêvebiriya Trump li ser rewşa ku çepgirên tund li derveyê welatê DYAyê, bi taybetî torên çepgir yên terefdarên şiddetê, ji nûh de geş dibin. Lewra li ser mijarê dê zîrwa têkoşîna bi terorê re li dar bixin û di vê çarçovê de di hefta pêşiya me de, dê nûnerên ji 60 welatan zêdetir bibin mêvanê zîrwê li DYAyê.”