Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Rewşenbîriyê yê Libnanê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Wezîrê Rewşenbîriyê yê Libnanê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (21ê Cotmeha 2026an) pêşwazî li Wezîrê Rewşenbîriyê yê Libnanê Xessan Selamê kir.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û tevahiya heremê hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser giringiya xurtkirin û pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Libnanê de kir.

Di vê çarçoveyê de bal hat kişandin ser berfirehkirina hevkariyan, bi taybetî di warê rewşenbîrî û çandî de.