PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, ji bo amadebûna li Lûtkeya Bexdayê ya Ewlehiyê, Mîrê Qeterê Temim bin Hamed es-Sani vexwend Bexdayê.
Rawêjkarê Asayîşa Neteweyî yê Iraqê Qesim Erecî îro 15ê Tebaxê li Qeterê ligel Mîrê Qeterê Temim bin Hamed es-Sani civiya.
Ofîsa Asayîşa Neteweyî ya Iraqê ragihand, Qesim Erecî peyama Seorkwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya vexwendina ji bo lûtkeya Bexdayê ya beşdarbûna civîna ewlehiyê bi cîranên Iraqê re, arasteyî Mîrê Qeterê Temîm bin Hemed es- Sanî kiriye.
Hat diyarkirin ku Mîrê Qeterê Temîm bin Hemed es-Sanî jî piştgiriya xwe ji bo lûtkeya Bexdayê nîşan daye û heviya serkeftinê xwestiye.
Biryar e di dawiya vê mehê de li Bexdayê lûtkeya welatên cîranên Iraqê were sazkirin û tê de wê Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî, Nûnerê Serokê Îmaratê, Mîrê Qeterê Temim bin Hamed es-Sanî û çend serok û serokwezîrên welatên Ewropayê û Amerîkayê beşdariyê bikin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di peywendiyeke telefonî de ligel Mistefa Kazimî eşkere kiriye ew dê beşdarî lutkeya li Bexdayê bibe.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî heta niha serok û şahên van welatan vexwendiye ji bo lûtkeyê:
- Mîr Newaf Ehmed Subah, Mîrê Kuweytê.
- Receb Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê.
- Mihemed Selman bin Ebdulezîz, Şahê Erebistan Siûdye
- Îbrahîm Reîsî, Serokomarê Îranê
Li gorî daxuyaniyên dawî, hikûmeta Iraqê naxwaze Serokê Sûriyê Beşar Esed vexwîne ji bo lûtkeya Bexdayê ku ew nehatiye vexwendin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin