Serokwezîr Barzanî sersaxî da Mîrê Qeterê

Serokwezîr Barzanî sersaxî da Mîrê Qeterê

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê li ser hesabê xwe yê Xê peyameke serxweşiyê bo Mîrê Qeterê Al Sanî û gelê Qeterê belav kir.

Mesrûr Barzanî got: "Bi xem û kovaneke mezin ve nûçeya koça dawiyê ya Mîrê Bav, Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî (Xudê jê razî be) gihîşt me."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: "Di vê helkefta xembar de, em peyama sersaxiyê ji dil arasteyî birayê xwe Mîrê Dewleta Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, binemala rêzdar a Al Sanî û gelê bira yê Qeterê re dikin."

Herwiha destnîşan kir: "Em ji Xudayê mezin dixwazin ku Xudêjêrazî bixe ber dilovaniya xwe ya berfireh û bi bihişta berfireh şa bike; xelata xêr û qenciyên hemî wan xizmetên ku pêşkêşî welat û gelê xwe kirine bide wî, û sebr û hedarê bide malbat, kesûkar û gelê rêzdar ê Qeterê."

Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî kî ye?

Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî, ku li Qeterê wekî "Mîrê Bav" tê nasîn, îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) di jiyê 74 saliyê de koça dawiyê kir.
Di navbera salên 1995 heta 2013ê de, desthilata Qeterê di destê wî de bû û ew wekî endazyarê Qetera nû tê nasîn. Di desthilata serdema wî de, Qeterê pêşketineka mezin di warên aborî, hinardekirina gazê û pêgeha dîplomasî de li cîhanê tomar kir.
Di sala 2013ê de, wî bi daxwaza xwe desthilat da destê kurê xwe Şêx Temîm bin Hemed.