PeyamaKurd- Balafirên şêrr yên Tirkiyê, êrîşeke hewayî li ser herêma Şingalê kirin. Di derbarê vê êrîşê de KCKê daxuyaniyek da û got ku ev li dijî Kurdên Êzîdî qirkirinek e.
Balafirên şêrr yên Tirkiyê, êrîşî herêma Şingalê kirin û di encama êrîşê de berpirsekî PKKê yê payebilind Zekî Şingalî hate kuştin.
KCK kuştina Zekî Şingalî eşkere kir û wiha berdewam kir: “Hevalê me yê hêja Mam Zekî yê Êzîdiyan di encama êrîşa Tirkiyê de hate kuştin. Ev êrîş li dijî Êzîdiyan qirkirinek e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin