Meclisa Rûhanî ya Êzîdiyan biryarê da li Laleşê Çarşema Sor pîroz neke

Meclisa Rûhanî ya Êzîdiyan biryarê da li Laleşê Çarşema Sor pîroz neke

PeyamaKurd – Meclisa Rûhanî ya Laleşê biryarê da ku îsal ti pîrozbahiya cejnê li Laleşê nekin. Sedema biryarê nîşan dan ku ji ber ewlehiya caniye û rewşa siyasî û ewlehiya li herêmêye.

Li ser biyarê şêwirmendê Meclisa Rûhanî yê Êzîdiyan Xalid Nermo bi Rûdawê gotiye:

“Ji bo parastina ewlehiya canê welatiyan û rewşa li herêmê dê îsal li Perestgeha Laleşê, merasima Şarşema Sor nêkirin. Bila herkes di mala xwe de Şarşema Sor pîroz bike.

Her sal di merasima Şarşema Sor de li dora 30 hezar kes dihat Laleşê. Ji ber sersal îsal dike 15 ê Nîsanê wê li Laleşê ti merasimekî nekin. Xelk dikare di mala xwe de merasima cejnê bike.”

Di nav Kurdên Êzîdî de Çarşema piştî 13ê Nîsanê bi navê Cejna ‘Çarşema Sor’ tê pîrozkirin. Ev roj di baweriya Êzîdiyan de remza avakirina dinyayê û destpêka jiyane ye. Hatina Baharê û vejîna ji nûh de ye.