KENY bo cara ewil bi mijara pandemiyê dicive

KENY bo cara ewil bi mijara pandemiyê dicive

PeyamaKurd - Konseya Ewlekariya Netewî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bo cara ewil di 9ê Nîsanê de bi rêya video konferansê li ser mijara pandemiyê dicive.

Dîplomatekî ku navê wî nehat eşkerekirin ragihand ku biryar e KENY roja Pêncşemê li ser mijara pandemiya koronayê bicive: “Biryar hat dayîn ku roja Pêncşemê civîn were kirin û cara pêşî li ser koronayê civîn bê lidarxistin.”

Tê çaverêkirin ku civîna li ser koronayê ji çapemeniyê re girtî birêve biçe.

Li New Yorkê ku navenda KENYyê ji li wir e, ji 12ê Adarê û vir ve, ji ber metirsiya korona virusê civîn bi rêya video-konferansan têne lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin