PeyamaKurd - Çavkaniyên dîplomatîk yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku piştî hêrişa li dijî kampa penaberên Filistînî ya li başûrê Xêza Xezzeyê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo gotûbêjkirina rewşa Refahê wê civîneke awarte li dar bixe.
Di daxuyaniya ku li ser rûpela KENYyê ya Facebookê hate dayîn de hate diyarkirin ku wê konsey, ji bo rewşa Rojhilata Navîn û şerê li Filistînê yê di navbera Îsraîl û Hemasê de gotûbêj bike, bi awayekî lezgîn bicive.
Hin jêderên dîplomatîk yên NY, duh ji AFPê re axivîbûn û ragihandibûn ku civîna KENYyê ya ji çapemeniyê re girtî, li ser daxwaza Cezayîra ku endamê herdemî yê konseyê ye, wê bê lidarxistin.
Rayedarên NY jî duh diyar kiribûn ku di hêrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî kampa bajarê Refahê şewateke mezin derketiye û di encamê de 45 kes mirine. Piştî vê hêrişê, rayedarên gellek welatan Îsraîlê bi tundî şermezar kirin û daxwaza bicihanîna biryara Dîwana Dadê ya Navneteweyî ya rawestandina hêrişên Îsraîlê yên li dijî Xezzeyê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin