PeyamaKurd – Li Afrîkaya Başûr, li baregeha deryayî ya Cape Townê, keştiyên şer ên Çîn û Îranê lenger avêtin da ku amadekariya tetbîqata deryayî ya bi navê "Îradeya Aştiyê" bikin. Ev tetbîqata ku ji aliyê Çînê ve tê birêvebirin û tê payîn keştiyên Rûsyayê jî beşdar bibin, ji 9 heta 16ê Çileyê dê berdewam bike.
Armanca fermî ya van manevrayan kûrkirina hevkariya li ser ewlehiya deryayî û parastina çalakiyên aborî yên li deryayan hat ragihandin.
Di vê tetbîqatê de hêzên deryayî yên welatên BRICS û endamên nû yên wekî Misir, Etiyopya, Îran, Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî û Endonezya amade ne. Ev kombûna leşkerî li herêmeke stratejîk a wekî Cape Townê, wekî nîşana xurtbûna eniya li dijî polîtîkayên Rojavayî tê nirxandin. Bi taybetî beşdariya Îran û Rûsyayê di dema ku rageşiya wan a bi Washingtonê re di lûtkeyê de ye, girîngiya jeopolîtîk a vê çalakiyê zêdetir dike.
Ev tevgera leşkerî li ser asta navneteweyî bûye sedema nîqaşan, bi taybetî piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump welatên BRICSê bi şopandina polîtîkayên "dij-Amerîkî" tawanbar kir. Afrîkaya Başûr jî ji ber têkiliyên xwe yên nêzîk bi Rûsyayê re û doza ku li dijî Îsraîlê li Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê vekiriye, di bin zexta rexneyên Amerîkayê de ye. Ev tetbîqata ku berê ji ber Civîna G20an hatibû paşxistin, careke din balê dikişîne ser guhertina hevsengiyên hêzê yên li cîhanê.