PeyamaKurd - Keştiya rêwiyan a bi ala Hollandayê "MV Hondius", ku piştî tespîtkirina bûyerên Hantavîrusê du rojan li bendera Tenerife ya Giravên Kanaryayê hatibû sekinandin, piştî temamkirina prosedurên valakirinê ber bi Rotterdamê ve çû.
Keştiya ku li peravên Granadilla de Abona lenger kiribû, ji ber şert û mercên hewayê yên xerab, bi şîreta Parastina Peravê demek kurt anîn benderê. 27 rêwiyên dawîn ji keştiyê daketin û bi otobusê birin Balafirgeha Tenerife. Hat ragihandin ku rêwî ji wir siwarî du geştên cuda bûn û ber bi Hollandayê ve çûn.
Keştiya bi xwe tenê bi 27 endamên ekîbê ber bi Rotterdamê ve çû.
Ji bo parastina li hember xetera veguhestina vîrusê, cilên parastinê li hemû personelên leşkerî û sivîl ên ku beşdarî operasyona valakirinê bûne û herwiha li rêwiyan, hatin belavkirin. Rayedaran ragihandin ku piştî derketina keştiyê, operasyonek dezenfektekirina berfireh wê li benderê û derdora wê were kirin.
WHO: Rêwî wê werin şopandin
Piştî operasyona valakirinê, Wezîrê Karên Hundir ê Spanyayê, Wezîrê Tenduristiyê, Wezîrê Siyaseta Herêmî û Bîra Demokratîk, û Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), Tedros Adhanom Ghebreyesus, civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.
Ghebreyesus diyar kir ku operasyon "bi serkeftî qediya" û spasiya hikûmeta Spanyayê û Serokwezîr Pedro Sanchez kir.