Kestiya par li Arjantînê winda bibû hat dîtin

Kestiya par li Arjantînê winda bibû hat dîtin

PeyamaKurd - Keştiya binbehr ya eskerî ya ku par li Arjantînê winda bibû hat dîtin.

Li gor daxuyaniya artêşa Arjantînê, ARA San Juana keştiya binbehr ya ku par di 15ê mijdarê de bi 44 miretebatên xwe li Okyanusa Atlantîka Başûr winda bibû hat dîtin.

Hat ragihandin ku noqavekî di "Ocean Infînîty" ya keştiya lêkolînê ya Amerîkayê de dixebite li perava Nîvgirava Valdesê di 800 metre kûrahiyê de keştî dît.

Eqrebeyên miretebatan di salvegera windabûna keştiya binbehr de merasima bibîranînê li dar xistibûn.

Ji bo dîtina keştiya binê behrê ji 18 welatan ji 4 hezarî zêdetir kes tevlî xebatan bibûn lêbelê encamek nehatibû bidestxistin.

Hatibû destnîşankirin ku kaptanê keştiya binbehr beriya windabûnê bi têlefona peykê ji baregeha xwe re gotiye ku ji şinorkelekê av tê dizê, ji ber avê jî di bataryeyeke li pêşiya keştiyê de ceyran tevlihev bûye.

Keştiya binê avê ya ku Almanan çêkiribû di sala 1983yan de tevlî artêşa behrê ya Arjantînê bibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin