Ketaîb Hizbullah kuştina berpirsekî xwe yê payebilind ragihand

Ketaîb Hizbullah kuştina berpirsekî xwe yê payebilind ragihand

PeyamaKurd - Grûpa çekdar a bi navê Ketaîb Hizbullah (Tugayên Hizbullahê) li Iraqê, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku sê endamên wan, ku yek ji wan fermandarekî astbilind e, di êrîşekê de hatine kuştin.

Kuştina serokê daîreya şopandinê

Sekreterê Giştî yê rêxistinê, Ebû Huseyîn el-Hemîdawî, bi fermî ragihand ku Elî Hesen Frecî (ku wekî Hec Ebû Hesen Ferecî dihat naskirin) jiyana xwe ji dest daye. Ferecî wekî Serokê Daîreya Şopandinê ya Ketaîb Hizbullahê kar dikir û yek ji kesên herî bi bandor ên di nav dezgehên îstîxbaratî û operasyonel ên grûpê de bû.

Endamên din ên ku hatine kuştin

Li gorî daxuyaniyê, di heman êrîşê de du endamên din ên bi navên Heyder Mecîdî û Seyîd Avnî Fazlî jî li gel Ferecî hatine kuştin. El-Hemîdawî diyar kir ku ev her sê kes "di dema bicihanîna erkê xwe de" bûne hedef.

Her çend di daxuyaniyê de nehatiye eşkerekirin ku êrîş ji aliyê kê ve û li kîjan deverê pêk hatiye jî, lê ev rûdan di demekê de ye ku balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê di çarçoveya operasyonên xwe de navendên grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê li Iraq û Sûriyeyê dikin hedef.