Tevgera Nûceba û Ketaîb Hizbullah radestkirina çekan red dikin

Tevgera Nûceba û Ketaîb Hizbullah radestkirina çekan red dikin

PeyamaKurd - Di dema ku nîqaşên li ser kontrolkirina çekên li derveyê dewletê li Îraqê berdewam dikin de, hat ragihandin ku hevdîtinên di navbera komîteya sêalî ya Çarçoveya Hevrêziyê û komên çekdar de ketiye astengiyan.

Hikûmeta Serokwezîr Elî Zeydî 30ê Îlonê wekî dema dawî ya vekişandina hêzên Amerîkayê û "Roja Serweriyê" diyar dike, lê hêj wextekî zelal ji bo radestkirina çekên komên çekdar ji bo saziyên dewletê nîne.

Serokê Konseya Siyasî ya Nûcebayê Elî El-Esedî da xuyakirin ku pozîsyona wan diyar e û divê çekên berxwedanê nemînin, lê di heman demê de parastina Heşdi Şebî wekî saziyeke neteweyî ferz e.

Li aliyê din, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar Sabah En-Numan ragihand ku nîgeraniyên raya giştî zêde ne û hêzên ewlehiyê ji erkên xwe re amade ne.

Lêbelê daxuyaniyên Nûrî El-Malîkî û Hadî El-Amirî yên ku amaje bi wê yekê dikin ku çek rasterast nayên standin û dê werin rêkûpêkrin, pirsên nû li ser pêşeroja vê pêvajoyê çêkirin.