Netanyahu gef li Hizbullahê xwar

Netanyahu gef li Hizbullahê xwar

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ragihand, beriya ku Serokê Hizbullahê gotinekê bike, bila du caran bifikire û piştre biaxive.

Binyamîn Netanyahu got, eger ew vê care rûbirûyê rêxistina Hizbullah bibin, ewê derbeya kuştinê li wê rêxistinê bidin.

Netanyahu diyar kir: “Min gelek axaftinên mezin ji Hizbullahê bihîstin. Ew axaftin ji aliyê wî kesî ve tên kirin, yê ku di sala 2006an de gotibû, ew dizane ku dê Îsraîlê bersiva wan bide dema ku wan 3 leşkerên me revandin, lê divê ew du caran bifikire. Îro jî ez ji wî re dibêjim, beriya gotinekê bike, divê du caran bifikire, eger ew rû bi rûyê me be, emê derbeyeke wisa li wî bidin, dê qet neyê xeyalên wî.”

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu da zanîn: “Tiştên ku peywendiya wê bi têkiliyên me yî bi Rûsyayê re hebe, min bi Serok Pûtîn re axaft û min ji wî re xemgîniya xwe anî ziman, derbarê ew 15 leşkerên wan yên di bûyera ketina firokeyê de jiyana xwe ji dest dabûn. Min ji wî re got koka pirsgirêka hebûna Îranê ya di nava axa Sûriyê de êrîşê Îsraîlê dike û dijminên me biçek dike yên weke Hizbullah. Min ji wî re got, ew mafê me ye em xwe biparêzin û herwiha pir girîng e peywendiyên di navbera leşkerên her du welatan de berdewam bikin daku em bikaribin çalakiyên xwe hemaheng bikin, ji ber wê jî min biryar da ez Fermandarê Hêzên Esamanî yên Îsraîlê Amîrama Nokîna bi armancên du mijarên sereke bişînim Moskovayê. Mijara yekem em ê berdewam bin li ser parastina welatiyên xwe û ya duyem jî em hevkariya di navbera her du welatan de biparêzin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin