PeyamaKurd – Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê 10ê Hezîrana 2019an Serokê Herêma Kurdistanê yê nû Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî bixwe û dest bi kar bike.
Parlamentoyê herwiha ji ber nebûna cihê mêvanên biyanî û navxweyî, biryar da ku rûniştina sondxwarinê li hola Seîd Ebdullah a a paytext Hewlêrê bê lidarxistin.
Seroka Parlemantoya Kurdistanê Vala Ferîd Îbrahîm agahdarî da parlamentarên Kurdistanê ku Parlemanto roja 10ê Hezîrana 2019an ji bo sûndxwarina Serokê Herêma Kurdistanê yê hatiye hilbijartin dicive.
Di bangeşenameya parlamentoyê de hat gotin, li gor Peyrewa Navxwe ya Parlemantoya Kurdistanê – Iraq, me biryar da bangeşeya tevahiya parlemanterên birêz bikin, ji bo rûniştina hejmar (7) ya yasayî roja 10ê Hezîrana 2019an li dar bikeve, ji bo Serokê Herêma Kurdistanê yê hatiye hilbijartin sond bixwe.
PARLAMENTO LI HOLA SEÎD EBDULLAH DICIVE
Herwiha hat ragihandin, “Ji ber amadebûna mêvanan li ser astê navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê û nebûna cihê pêwîst di hola parlemantoyê de, Desteya Serokatiya Parlemantoyê biryar da, rûniştina vê carê li hola Seid Ebdulah ya Hewlêra paytext be, tika ye hemû parlemantar di dema diyarkirî de amade bibin.”
Parlemantoya Kurdistanê roja 28ê Gulana 2019an bi piraniya dengan Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin