PeyamaKurd- Senatorê komarî yê Amerîkayê Lindsey Graham gelek hêrs bû û weha got:
“Eger ne ji me be, wê Erebistana Si’ûdiyê di nava hefteyekê de bi Farisî biaxife. Eger em alîkariyê nekin, artêşa wan nikare bi kaxezê kîsan re şer bike. Ji me bêhtir pêdiviya wan bi me heye.”
Senatorê Komarî Lindsey Graham ragihand ku Amerîka di mijara kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi de bertekê nîşan bide, nabe sedema ku li Rojhilata Navîn berjewendiyên Amerîkayê têkherin an zerar bigihê wan.
Seroka CIA yê Gina Haspel li senatoyê di derbarê kuştina Kaşıkçı de agahiyan dabû û herkes hemfikre ku Muhammed Selman tevli kuştina Kaşıkçı bûye.
Di vê mijarê de Graham got; heya niha agahiya herî baş bû Gina daye wan. Graham got ku Muhammed Selman ne tenê Kaşıkçı lê gelek kesên muxalif revandiye û wan biriye welatê Erebistanê ku di nava wan de Saad Herîrî jî hebû. Graham di tv ya Fox ê de ragihand ku wê destekê nede firotina sîlihan bo Erebistanê û weha dewam kir:
"Bi ya min Muhammed Selman aqil avêtiye. Kîjan mirovê bi aqil kesekî dixapîne û dibe balyozxane ya li Tirkiyê û piştî dikuje, difikire ku wê ev yek jê re bimîne? Endîşa min ew e ku wan sîlihên em difroşin wan, paşî bikevin destê Rûsya û Çînê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin