PeyamaKurd - Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî, do Sêşemê li ser daxwaza hin welatên Ewropî, bo rewşa Nagorno-Karabaxê civiyan.
15 endamên Encûmena Asayişa Navdewletî ya NY’ê piştî kombûnê daxuyaniyeke kin belav kirin.
Di daxuyaniya piştî civînê de Encûmena Asayişa Navdewletî ya NYê, bang li Azerbaycan û Ermenistanê kir, da ku vegerin ser diyalog û danûstandinê.
Civîna endamên encûmenê ya li ser Azerbaycan û Ermenistanê, ku nûnerên her du dewletan beşdar nebûbûn, bi qasî 90 deqîqe berdewam kir.
Di daxuyanîyê de fikar û xemên li ser pevçûnên Azerbaycan û Ermenistanê û kuştinan hatin ragihandin û ji her du dewletan hat xwestin ku pevçûnên di navbera xwe de demildest rawestînin.
Endamên civatê dan zanîn, ew piştgirîyê didin Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres ku ji her du dewletan xwestibû ku xwe ragirin û vegerin ser maseya danûstandinê.
Herwiha wan endaman destnîşan kirin ku ew bo çareseriya kêşeya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de piştgiriyê didin Koma Mînskê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin