PeyamaKurd - Desteya Yekîtiya Bijîşkên Tirk a Şopandina vîrusa koronaya nû Covid-19 civîneke online derbarê rewşa pandemiya koronayê li Tirkiyê de, li dar xist.
Desteya TTBê ya Şopandina Covîd-19 bi beşdariya Seroka Konseya Navenda TTBê Şebnem Korûr, endamê Desteya Konseya Navenda TTBê Îbrahîm Akkûrt û endamên Şopandina Covîd-19 Kayihan Pala, Ozlem Kurt Azap û Osman Elbek civîneke online li dar xist.
Endamê Konseya TTBê Îbrahîm Akkûrt li ser amarên fermî yên Wezareta Tenduristiya Tirkiyê belav dike axivî û wiha got: “Hejmara ku di tabloya rojane de tê belavkirin dema didin ber amarên ji qadê berhev dikin hev nagirin.”
Beşdarên civîna TTBê li ser amarên giştî û teddîrên koronayê axivîn û bal kişandin ser ku hîn derziya li dijî koronayê nehatine dîtin û heke were dîtin jî wê bikaranîna wê zehmet be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin