Trump li dijî Tirkiyê mesajeke dî jî wesand!

Trump li dijî Tirkiyê mesajeke dî jî wesand!

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson yê ku li Tirkiyê girtî ye, mesajeke nû weşand û agir gurtir kir. Trump got ku heta niha her Tirkiyê ji Amerîkayê dixwar.

Qeyrana di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de mezintir dibe. Vê carê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson, li hesabê xwe yê twitterê mesajeke tund weşand. Trump wiha got: “Ev demeke dirêj e ku Tirkiye ji Amerîkayê dixwe, her ew ji Amerîkayê feydê dibîne. Niha jî insanekî welatparêz ku dewleta me temsîl dike, ji hepsê bernade. Ji bo ku insanekî masûm were berdan em tiştekî nadin. Em ê bi Tirkiyê re têkiliyên xwe kêm bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin