Îmarat eskere kir bê çima li dijî Tirkiyê pistevaniya Fransa û Yunan dike

Îmarat eskere kir bê çima li dijî Tirkiyê pistevaniya Fransa û Yunan dike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îmaratê Enwer Gargaş, sedema ku wan di aloziya Rojhilatê Derya Spî û Qibrisê de li dijî Tirkiyê helwest girtiye eşkere kir.

Gargaş bal kişandiye ser destwerdanên Tirkiyê li ser welatên Erebî yên wek Libya, Misir, Suriye û Iraqê û gotiye, ji ber ku Tirkiye destwerdana welatên erebî dike wan jî di krîz û aloziya Rojhilatê Derya Spî de li kêleka Fransa û Yunanistanê cî girtiye.

Wezîrê Îmaratê diyar kiriye, ji bo bikarin li hember welatê Tirkiye û Îranê ku xwedî hêz in li herêmê rabin, ew li cihên ku berjewendiyên tune bin jî pozîsyonê distînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin