PeyamaKurd - Li gor lêkolînekê heywanê herî mezin fîl dikarin heta 46 seetan bêxew bimîne û tenê 3-4 seet razan bo wan bes e.
Wek tê gotin ku fîl wek dewarek an jî ajalekî mezin û bihêz û pir gir di nava ajalên daristanên Efrîqa û Asyayê de dijîn û li hinek cihên din ên cîhanê de jî hebûna wan tê dîtin.
Li gorî hinek lêkolîn û ceribandinan li baxçeyên kedîkirina ajalan li Efrîqayê, derdikeve holê ku Fîl dikare heya 46 demjimêran xew neke, lê dema ku xew dike, ji 3 heya 4 demjimêran xew dike.
Lêkolerê navdar ê Efrîqî Pol Mangir ku mamoste ye li zanîngeha Wîtwatirsrand li Başûrê Efrîqayê got fîl ji wan heywanan in ku herî kêm xew in, ango pir kin û kêm xew dikin. Sedama wê jî girbûna laşê wan e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin