PeyamaKurd - Gerînendehiya Navendî ya Sîxuriya Wezareta Parastinê ya Ukraynayê angaşt ku hêzên wan keştiya mûşekan a bi navê 'Ivanovets' a fîloya Deryaya Reş ya Rûsyayê têk birine.
Di daxuyanîya ku ji alî gerînendehiyê ve hatiye dayîn de hatiye gotin ku hêzên wan li dijî keştiyeke fîloya Deryaya Reş a Rûsyayê operasyoneke taybet pek aniye.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Leşkerên yekîneya taybet a 'Koma 13' a Gerînendehiya Giştî ya Sîxuriyê ya Wezareta Parastinê ya Ûkraynayê, şeva 1ê Sibatê, keştiya mûşekan a bi navê 'Ivanovets' a fîloya Rûsyayê ya li Deryaya Reş têk biriye."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dema operasyonê de keştiya Rûsyayê ya di Gola Donuzlavê ya Kirimê ku ji aliyê Rûsyayê ve bi awayekî deryasayî hatibû dagirkirin, bi cih bû û wiha hat gotin: "Di encama rêze lêdanên li dijî keştiya Rûsyayê de keştî bi awayekî giran derb xwar."
Ji aliyê din ve di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bihayê keştiya Rûsyayê bi qasî 60-70 milyon dolar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin