Kiliçdaroglu, li ser hevdîtinê axivî: Ji xwediyên malê bipirsin

Kiliçdaroglu, li ser hevdîtinê axivî: Ji xwediyên malê bipirsin

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê CHPê û namzede Serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu, pirsa taloqkirina serdana HDPê bersivand û got ku “Vê pirse, ji xwediyên malê bipirsin.” Kiliçdaroglu diyar kir ku HDPê ji ber karesata lehiyê daxwaza taloqkirina hevdîtinê kiriye.

Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, çû serdana Serokê Giştî yê Partiya Rêya Neteweyî (MYP) Remzî Çayir.

Hat diyarkirin ku Sekretera Giştî ya CHPê Selîn Sayek Boke, Alîkarên Serokê Giştî yê CHPê Oğuz Kaan Salıci û Ali Oztunç û Sekreterê Giştî yê Partiya Riya Neteweyî Haşim Yaşar û Alîkarên Serokên Giştî Alî Saraçoglu û Mukaddes Demirci beşdarî vê hevdîtinê bûne.

Kiliçdaroglû piştî hevdîtinê yekemîn daxuyaniya xwe da û got, "Me hevdîtineke xweş pêk hanî. Em li ser pirsgirêkên heyî yên Tirkiyeyê axivîn. Ji bo min gelek bi qîmet e ku bi hevrêyên rehmetî Muhsîn Yazicioglu re herî kêm li dora maseyê bên cem hev. Em ê bên cem hev. Ez car din spasiya Serokatî û hevalan dikim."

Kiliçdaroglu, pirsa nekirina îstifayê ya rayedarên herêma erdhejê jî bersivand û got,

"Nêzîkî 50 hezar kesan can da. Kesekî berpirsyariyê negirt ser milên xwe û îstifa nekir. Ji bo careke din bikevin siyasete, îstifa dikin. Bila bikevinê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin