PeyamaKurd – Namzedê serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kilicdaroglu ku xebatên ji bo gera duyem a 28ê Gulanê didomîne, ragihand ku ew êdî têkoşîna hebûn û nebûnê didin û divê ev sîstem bê guhertin.
Kilicdaroglu, di serdana Partiya Edelatê ya di gera yekem a hilbijartina serokomar de piştevaniya Sînan Ogan kiribû de, piştî hevdîtina ligel Serokê Partiya Edaletê Vecdet Oz daxuyanî dan.
Kilicdaroglu got: "Em têkoşîna hebûn û tunebûnê didin. Berpirsiya me hemûyan heye. Hedefa me Tirkiyeyeke dûrî dijayetiyan a ku em hemû hevdu hembêz bikin e. Êdî ev veguheriye referandûmê. Divê êdî ev sîstem bê guhertin. Azadiya derbirina ramanê û serbixweyîya darazê pêk were. Ez hemû welatparêzan vedixwînin sindoqê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin