Kirby: Derbarê firotina F-16 bo Tirkiyê de ti pêsketin çênebû!

Kirby: Derbarê firotina F-16 bo Tirkiyê de ti pêsketin çênebû!

PeyamaKurd Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby diyar kir ku di xwesteka Serokê Amerîka Joe Biden de ku di mijara firotina F-16 a ji bo Tirkiyeyê de pêşketinan çêbike de tu guhertin tune ye.

Kirby di civîna çapemeniyê ya serhêl de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Kirby li ser pirsa gelo di kongreya Amerîkayê de derbarê geşepêdana muhtemel a peymana F-16ê piştî hilbijartinên Tirkiyê de tevgerek heye yan na, got ku haya wî ji garantiyê nîne di vê mijarê de.

Kirby got, "Ez tenê dikarim bi navê Serok Biden li ser vê mijarê biaxivim, û tiştek di amadebûna wî ya ji bo pêşketina bi F-16 de neguherî."

"Em piştgirî nadin bikaranîna alavên Amerîkî di êrîşên li hundurê Rûsyayê de"

Ji aliyê din ve derbarê îdiaya Rûsyayê ya "komeke sabotajê ya Ukraynayê bi çek û wesayitên bi eslê xwe Amerîkayî ketine herêma Belgorodê" Kirby got ku ew îdiayên ku dibe ku di bûyerê de alav û wesayitên Amerîkayê hebin lêkolîn dikin.

Kirby nêrîna xwe parve kir ku ew eşkere û hevgirtî ne ku ew piştgirî nadin karanîna alavên Amerîkî di êrîşên li hundurê Rûsyayê de.

Derbarê daxuyaniya damezrînerê şîrketa ewlekarî ya Rûsî Wagner, Yevgeniy Prigojin ku dibêje li Bahmutê zêdetirî 20 hezar leşker mirine, Kirby bal kişand ku ev hejmar bi hejmarên ku wî texmîn kirine re li hev dike û êrîşên wî yên li Bahmûtê zêdetir ziyanê didin Rûsyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin