PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan, berya serokê DYAyê Trump ji bo civîna NATOyê seredana Tirkiyê bike, agahiyekî da raya giştî û got ku hevdîtinên li ser F-35an bi DYA re baş dimeşe û dibe givaşên CAATSA ji ser Tirkiyê rabin. Fidan got:
“Dibe firotina wedexeya F-35an rabe. Givaşên CAATSAyê jî rabin. Di van mijaran de gotinên weha tên gotin.”
Serokê DYAyê Donald Trump ji bo motora jetan bifroşin Tirkiyê û di mijara firotina balafirên F-35an de gotibû ku wê kêfa Erdoğan bîne.
Givaşên CAATSAyê ew givaşin ku dema Tirkiye ji Rûsyayê sîstema bergiriya hewayî S-400an kirî, DYA givaşên CAATSAyê danî ser Tirkiyê û givaşên aborî ne. Hakan Fidan di bernama CNNê de got:
“Dibe qedexeya firotina F-35an rabe. Îradeyekî heye ku givaşên CAATSAyê rabin. Herkes Tirkiyê di seha çêkirinê de û di rola îstîqrarê de dibîne ku çawa rolekî baş dileyîze. Lewra ev rol dibe sedema ku DYA ji ber di asta navdewletî de gelek barê giran dide ser milen xwe, pêdivî bi hevkarên weka Tirkiyê re dibîne.”