Kirgizîstan û Tacikîstanê, agirbest ragihand

Kirgizîstan û Tacikîstanê, agirbest ragihand

PeyamaKurd- Ji aliyê qada ewlehiya neteweyî ya Kirgizîstanê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin ku li ser pevçûnên vê sibehê di navbera hêzên Kirgiz û Tacikî de li ser sînor derketiye, agirbest hatiye ragihandin.

Daxuyanî, ji aliyê rayedarên Navenda Xizmetên Sînor ên Ewlehiya Neteweyî ya Kirgizîstanê ve hat dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Dewleta Kirgizîstanê Kamçibek Teşiyev û hempîşeyê wî yê Tacikî Saymumin Yatimov, li ser pevçûnan hevdîtin kirine û di encama hevdîtinê de li ser agirbestê li hev kirine.

Di navbera leşkerên berevaniya sînor ên herdu welatan de vê sibehê, ji ber sedemeke ku nayê zanîn, pevçûnek çêbûbû û di encama pevçûnê de 31 kes birîndar bûbûn.

Hat ragihandin ku di navbera herdu welatan de dem bi dem ji ber avdaniya zeviyan, çêrandina ajalan, qaçaxvanî, bikaranîna rêya hevpar û derbasbûna ji sînorî ya bê destûr, nelihevî çêdibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin