Konseya ewlehiya DYAyê dê îro ji bo Îranê bicive

Konseya ewlehiya DYAyê dê îro ji bo Îranê bicive

PeyamaKurd – Piştî Tehranê şertên DYAyê red kir, Trump biryarê da ku bi konseya ewlehiya DYA re bicive. Civîn wê bi rayedarên leşkerî û îstîxbaratê re bibe. Çavkanî ragihandine ku Trump difikire car din operasyonên hewayî bike ser Îranê û li ser operasyona Hurmizê bera jî difikire.

Rayedarekî Amerîkayê ji bo malpera Axiosê ragihandiye ku dê civîna navborî di 11ê mehê de bibe. Washington 10 roje li benda Tehranê bû lê duhî Tehran bersiva Trump da û bersiv neyîniye. Tehranê got ku daxwazên Trump ji wan gelek zêde ne. Trump jî li hemberê bersiva Tehranê ji Axiosê re got:

“Min bersiva wan neeciband. Bersiv ne li heve û karekî şaş e.”

Berya civîna konseya ewlehiyê destpêbike, Trump ji rojnamevanan re got:

“Planekî min heye. Divê Îran nebe xwediyê çekên nuklerî. Agirbesa bi Îranê re niha di talûkê de ye.”

Trump, di daxwuyaniya xwe de got ku Îran berê qebûl kiribû ku ûranyumê teslîmê Amerîkayê bike lê di bersiva roja Yekşemê de behsa ûranyumê nake û paşde gav avêtiye. Hem Trump got ku rêvebiriya Îranê bûye du beş.

Rayedarên DYAyê dibêjin ku Trump dixwaze hinek canê Îraniyan biêşîne da herin ser rê. Bijarteyên li ser masa DYA ne ev in:

-Destpêkirina proja azadiyê ya ji nûh de: Parastina keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê ji aliyê artêşa DYA de.

-Ciyên ku Amerîka li wan nedaye, lêdana wan: Di destê Amerîka de lîsta ku heye %25 hedefên leşkerine. Dibe ku li wan hedefan bixin.

-Operasyona hêzên taybet: Şandina hêzên taybet ji bo depoyên ûranyûmê bi dest bixin. Ji ber talûke heye, DYA bi hezir xwe nêzî vê fikrê dike.

Trump roja Çarşemê diçe Çînê seredana serokê Çînê. Dibe biryarê bihêlin piştî hevdîtinên bi Çînê re. Eger Trump û serokê Çînê li ser mijara Îranê li hev bikin, dibe ku di rêya Çînê de jî zorê bidin ser Îranê.