PeyamaKurd- Şerê Kore bi nav û deng e. Gelek leşker çûn Koreyê da şer bikin. Di nava wan de Kurd jî gelek hene. Kurdên ku çûne Koreyê hêjî mane.
Piştî hevdîtina serokê Amerîkayê Trump û serokê Kore ya Bakûr Kim Jong-un ku di 12 ê hezîranê de hevdîtin kiribûn, leşkerên ku di şerê Kore de nasnameyên wan hatibûn tesbîtkirin wê cenazeyên wan bên îadekirin û paşî zîndaniyên şer û yên wenda bên dîtin.
Piştî lihevkirina her dû serokan, dewleta Tirkiyê dest bi hevdîtinan kir. Di salên 1950-1953an de, leşkerên ji Tirkiyê yên ku cenazeyên wan li wê derê mabûn, bo wan bidin Tirkiyê dest bi hevdîtinan kirin.
Balyozê Tirkiyê yê li Seûlê Ersin Erçin, hefteya borî çû Kore ya Bakûr û hefteyekî li wê derê ma da cenazê leşkeran bên îadekirin.
Erçin weha got: ” Bo tesbîtkirina nasnameyên cenazeyên leşkerên Tirkiyê yên ku li Kore ya Bakûr mane, wê ji eqrebayên wan mînakên DNA yê bên sitendin. DNA yên ku em bidin, em ê teslîmê rêvebirên Koreyê bikin. Di vê mijarê de me dest bi pêwendiyên dîplomatîk kir. Bo teslîmkirina mînakan amade ne. Bi sedema ku li wê derê laşên leşkerên Brîtanya û Amerîka jî hene, xebata tesbîta nasnameyan wê demeka dirêj bistîne û divê di xebatê de bi hezir tevbigerin.
Ersin got ku piştî nasnameya wan tesbît bibe, wê cenazeyan li Kore ya Başûr, di nava Goristana Şehîdên Neteweyên Hevgirtî de defin bikin an jî bînin Tirkiyê, wê li ser mijarê paşî biryar bê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin