Koşka Elyseeyê ragihand ku Macron di ewlehiyê de ye

 Koşka Elyseeyê ragihand ku Macron di ewlehiyê de ye

PeyamaKurd - Koşka Elyseeyê ragihand ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, ê ku ji bo encamdana hinek hevdîtinan li Şamê ye, piştî rûdana du teqînan di ewlehîyê de ye.

Li gorî zanyariyan, ev teqîn li nêzîkî avahiya Wezareta Tûrîzmê ya Sûriyeyê û li wê herêma ku Macron lê dima, pêk hatine.

Koşka Elyseeyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tu zirar negihîştiye Macron û bernameya serdana vî wekî ku berê hatibû plankirin, bêyî guhertin berdewam dike.

Emmanuel Macron, piştî hatina ser desthilatê ya rêveberiya nû ya li Sûriyeyê, wekî yekemîn serokkomarê ji Ewropaya Rojava tê naskirin ku serdana Sûrîyê dike.

Tê çaverêkirin ku Serokkomarê Fransayê Macron piştî qedandina hevdîtin û têkiliyên xwe yên li paytext Şamê, ji bo beşdarbûna Lûtkeya NATOyê rasterast derbasî paytext Enqereyê bibe.