PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Hişyariya Niştimanî ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve, ji bo parastina asayîşa zanyariyên serbazî rêzek biryar û qedexeyên nû ji bo hemû efser û pêşmergeyan ragihandin.
Di daxuyaniya fermî de hat destnîşankirin ku ji ber rewşa ewlehiyê, ji niha pê ve bi tu awayî rê nayê dayîn ku dezgehên ragihandinê bikevin nav bargeh û şûnên serbazî. Wezaretê daxwaz ji kanalên medyayê kir ku xwe ji girtina wêne û vîdyoyên li baregehên serbazî dûr bixin da ku nebin sedema eşkerebûna zanyariyên stratejîk.
Qedexeya daxuyaniyan û parvekirinên online
Li gorî rênimayên nû, dayîna her cure zanyarî, hevpeyvîn an daxuyaniyan ji bo medya û ragihandinê ji aliyê fermanber, efser û pêşmergeyan ve bi hemû şêweyan hatiye qedexekirin. Her wiha, parvekirina wêne, vîdyo û her cure agahiyên taybet ên derbarê senger, bargeh û liv û tevgerên serbazî de li ser torên civakî (Facebook, TikTok, Instagram û hwd.) bi tundî hat qedexekirin. Wezaretê hişyarî da ku kîjan efser an pêşmerge van rênimayan binpê bike, dê rûbirûyê herî giran siza û rêkarên yasayî yên serbazî bibe.
Çavdêriya hûr û hevkariya ji bo asayîşê
Ji bo parastina "Asayîşa Zanyariyan", Wezareta Pêşmerge daxwaz ji hemû pêşmergeyan kir ku her rûpel an hesabekî ku bi navê Pêşmerge zanyariyên serbazî belav dike, lînkên wan ji Rêveberiya Ragihandinê re bişînin da ku bi rêya aliyên peywendîdar rêkarên qanûnî li dijî wan bên girtin.
Hat diyarkirin ku efserên ragihandinê, beşên operasyon û hewalgiriyê hatine erkdarkirin ku bi hûrgulî çavdêriya hemû tevgerên efser û pêşmergeyan bikin û ev rênimayên nû di nav yekeyên serbazî de belav bikin.