PeyamaKurd – Ji ber di ser medya civakî de hat gotin ku serokê DYAyê Trump birine nexweşxanê, Koşka Sipî mijarê derewand. Sedema ku gotinekî weha hat gotin ew bû ku wê îro Trump derneketiye ber çapemeniyê.
Koşka Sipî ragihand ku rast nîne Trump li Navenda Tiba Leşkerî ya Walter Reedê tedawî dikin. Koşka Sipî her weha ragihand ku sedema Trump derneketiye ber çapemeniyê; ji ber di bernama wî de guherîn çêbûye.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî ji ber Trump gelek caran derdikeve ber çapemeniyê wî rexne kiribû û gotibû ku divê ew çend li ser hev dernê bernamê. Ji ber carna du gotinên Trump li hev dernayên.