Koşka Sipî: Dema Trump bigihê hedefa xwe, dê şer biqede

Koşka Sipî: Dema Trump bigihê hedefa xwe, dê şer biqede

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî ya Amerîkayê Karoline Leavitt, li ser şerê bi Îranê re daxwuyaniyan da. Li ser pirsa ku Trump gotibû ‘piraniya şer qediyaye’ Leavitt got:

“Dema Trump bigihê hedefên xwe yên leşkerî û Îran bi temamî û bê şert di rewşa teslîmbûnê de be, wê şer biqede.

Plankirina ewilî ya serok Trump û artêşa DYAyê; wê operasyon di nav 4 an 6 heftan de biqediya. Artêşa DYAyê berya plan biqede, şerî bilez û bi bandorekî mezin diqedîne. Lê kengê serok Trump got ku waye gihaye hedefên xwe yên leşkerî, dê şer biqede.”

Leavitt di dewama daxwuyana xwe de weha got:

“Artêşa Amerîkayê niha ber bi rakirina zemîna avahiyên bernama nuklerî de diçe. Tişteka gelek başe ku terorîstên li hedefên sîvîl dixin û dixwazin aboriya kureyî rehîn bigrin, mirov wan ji ortê rake. Ji ber serok Trump vêya dike, mafê wî ye mirov pesnê wî bilind binirxîne.”