PeyamaKurd - Koşka Sipî ragihand ku yek ji rêberên El Qaideyê Qasim El Rimî bi operasyoneke li Yemenê hatiye kuştin.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku El Rimî bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trumpî hatiye kuştin, lê derbarê dem û awayê operasyonê zêdetir agahî nehatin parvekirin.
El Rimî, ku wek berpirsê El Qaideyê yê li Nîvgirava Erebî dihat naskirin, dî lîsteya terorîstan a Amerîkayê de bû û ji bo kuştina wî 10 mîlyon dolar xelat hatibû terxankirin.
Washingtonê amaje dikir ku El Rimî berpirsyarê êrîşa li dijî Balyozxaneya Amerîka ya li Yemenê ya sala 2008an e. Koşka Sipî herwiha da zanîn ku El Rimî bi Serokê berê yê El Qaideyê Usama Bîn Ladîn re jî li Afganistanê xebitiye.
Rojnameya New York Times (NYT) di dawîya meha borî de li ser kuştina El Rimiyî nûçeyek hazir kiribû û Trump ew nûçe li hesabê xwe yê medya civakî parve kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin