PeyamaKurd - Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt di daxuyaniyekê de aşkere kir ku di navbera baskên cuda yên desthilatê li Îranê de nakokiyên kûr hene û şerekî navxweyî yê desthilatê birêve diçe. Leavitt destnîşan kir ku tîma danûstandinkar a Amerîkayê li Pakistanê bi rayedarên Îranî re rûbirû rûniştiye û ji nêzîk ve ev dubendî hîs kiriye.
Li gorî gotina Berdevkê, Serok Donald Trump biryar daye ku agirbestê berdewam bike "heta dema ku bersiva aliyê Îranî bibe yek", lê xetên sor ên Amerîkayê pir zelal in û kontrola dawî ya rewşê di destê Trump de ye.
Leavitt bal kişand ser bandora giran a dorpêça deryayî ya li Tengava Hurmuzê û diyar kir ku aboriya Îranê di asta "fetisandinê" de ye.
Hat ragihandin ku ji ber qedexeya hatûçûna keştiyan bo benderên Îranê, Tehran di dayîna mûçeyên karmendên xwe de jî rûbirûyê astengiyên mezin bûye. Berdevka Koşka Spî tekez kir ku ne tenê şiyana serbazî ya Îranê bi tundî lawaz bûye, belkî ji aliyê darayî ve jî ber bi herifîneke tam ve diçin. Ev zextên aborî wekî amûreke sereke têne bikaranîn daku Îran li ser maseya muzakereyan paşve gavan biavêje.