Kremlîn: NATO rasterast ewlehiya herêmê dixe metirsiyê

Kremlîn: NATO rasterast ewlehiya herêmê dixe metirsiyê

PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, derbarê geşedanên dawî yên li herêmê û peywendiyên navneteweyî de daxuyaniyên krîtîk dan û bi taybetî bal kişand ser helwesta NATOyê ya li hemberî Rûsyayê.

Peskov destnîşan kir ku NATO êdî wekî hevalbendiyeke dijminane tevdigere û got: "Ev tifak me wekî dijmin pênase dike û bi kiryarên xwe yên li qadê dijminatiya me dike."

Peskov diyar kir ku ev helwesta NATOyê rasterast ewlehiya herêmê dixe bin metirsiyê.

Li aliyê din, Peskov derbarê rageşiya li Îranê de jî axivî û diyar kir ku Rûsya ji bo çareseriyê û kêmkirina tansiyonê amade ye bibe beşek ji pêvajoyê. Peskov bal kişand ser encamên neyînî yên êrîşên li ser Îranê û destnîşan kir ku divê her alî ji bo çareseriyê girîngiyê bidin diyalog û muzakereyan. Her çend wî amaje bi Lûtkeya Rûsya-Ereb wekî platformeke potansiyel kiribe jî, diyar kir ku di bin şert û mercên heyî de lidarxistina lûtkeyê di demeke nêz de dijwar xuya dike.