YEyê bersiv da Trump: NATO ji bo ewlehiya me mifteya sereke ye

YEyê bersiv da Trump: NATO ji bo ewlehiya me mifteya sereke ye

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) bersiveke fermî da daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê vekişîna ji NATOyê de.

Berdevka Komîsyona YEyê Anitta Hipperê diyar kir ku her çiqas ew rasterast li ser navê NATOyê neaxivin jî, ew wekî YE bi biryar in ku pabendî hevkariya transatlantîk a bihêz bimînin, ji ber ku ev hevpeyman ji bo ewlehiya Ewropayê xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Hipperê destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropayê dê veberhênanên xwe yên di warê parastinê de zêdetir bike û got, “Em her tim bi hev re xurttir in û NATO ji bo vê yekê mifteya sereke ye.”

Ev berteka YEyê piştî daxuyaniyên tund ên Trump hat ku tê de NATO wekî “pilingê kaxezî” pênase kiribû û gotibû ku ew bi ciddî li ser vekişîna Amerîkayê ji vê hevpeymaniyê difikire.