PeyamaKurd - Hejmareke mezin ji karmendên Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ji ber derengketina mûçeyên meha Tîrmehê û xirabiya mercên kar, îro li ber avahiya wezaretê ya li Bexdayê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kirin.
Çalakvanan bi dirûşmên "Mûçeyên me li kû derê ne?" û "Mafên me bidin" daxwaza stendina mafên xwe yên darayî kirin.
Karmendan dan xuyakirin ku beşek mezin ji wan bi peymanê û bi mûçeyekî kêm ê nêzîkî 300 hezar dînarî kar dikin, ku ev mûçe ne têra kirêya xênî û ne jî têra lêçûnên rojane yên malbatên wan dike.
Her wiha xwepêşanderan biryara nû ya rêveberiyê ya li ser guhertina demjimêrên kar ku pergala "rojek kar û sê roj bêhnvedan" kiriye "rojek kar û rojek bêhnvedan"wekî zext û gendeliya îdarî nirxandin.
Hat ragihandin ku krîza mûçeyan ne tenê bi Wezareta Elektrîkê re sînordar e; heta niha karmendên 5 wezaretan, her sê serokatiyên Iraqê û çendîn desteyên serbixwe jî mûçeyên meha Tîrmehê wernegirtine.
Ev derengketin di nava hemû saziyên dewletê de bûye sedema nerazîbûneke kûr.
Karmendên elektrîkê di dawiya çalakiyê de hişyarî dan ku eger daxwazên wan ên darayî û îdarî neyên cih û mûçeyên wan di wextê xwe de neyên dayîn, ew ê grev û çalakiyên xwe berfirehtir bikin.