PeyamaKurd- Endamên rêvebiriya PDK û YNKê ji bo ku şandeyeke hevbeş rêkine Bexdayê, li hev civîn. Şande wê li Bexdayê tevlî xebatên avakirina hikûmetê bibe.
Partiya Demokrat a Kudistanê (PDK) û YNK ji bo tevlî hikûmeta Bexdayê ya nû bibin, bi her re tevdigerin. Ji bo vê yekê endamên rêvebiriya van her du partiyan, civînek li dar xistin. Piştî civînê Berdevkê PDKê Mahmud Muhammed got ku hindik maye ku endamên her du partiyan li hev bikin. Civîn baş derbas bû.
Mahmud Muhammed wiha berdewam kir: Hikûmeta Iraqê divê mafên hemî gel û komên cuda biparêze. Em ê bi YNKê re şandeyeke hevpar ava bikin û rêkine Bexdayê. Divê gelê Kurd jî hevparê hikûmeta Iraqê be. Em ji bo vê yekê dixebitin. Ji bo berjewendiyên Kurdistanê, civînên wiha wê bidomin. Dijberiya partiyên Kurdistanê, ti feydeyê nade gelê Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin