PeyamaKurd - Hat îdiakirin ku kurê damezirînerê rêxistina Talîbanê Muhammed Molla Omerê Peştûmî, Molla Yakûb li Pakistanê hatiye kuştin.
Li gor nûçeya ajansa Îranê IRNAyê Yakub ji aliyê kesên nenas ve li sînorê Pakistan-Afganistanê li devera navbera Hayber û Pahtunhvayê hatiye kuştin.
Herwiha çavkaniyeke din jî ragihandiye ku Molla Yakub beriya niha hatiye revandin û piştre jî hatiye kuştin. Hîn ji aliyê Talîbanê ve bûyera kuştinê nehatiye piştrastkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin