PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, di bernameya "Civata Înê" ya li Bursayê de daxuyaniyên girîng li ser pêvajoya çareseriyê da.
Kurtulmuş got ku qonaxa herî hesas bi temamî berdana çekan e û ragihand, piştî ku yekineyên ewlehiyê yên dewletê tesfiyebûna rêxistinê û berdana çekan bi temamî piştrast bikin, pêngavên yasayî dê di bin banê Meclîsê de dest pê bikin.
Serokê Parlamentoyê bal kişand ser rapora "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya li Meclîsê û tekez kir ku ev nexşerê bi lihevkirina hemû partiyan hatiye amadekirin û civak êdî rondikan û xwînê naxwaze.